« Önceki | Sonraki »

27/10/2008

Ya ku nikarim qîr bikim

Vê gavê bi tikû tenê me, di kolanên şil û teng yê bajêr de,
Mina ronî û kevirên kolanê sare cendenkê min…
Di dilê minde agirekî geş
Gur bi gur dişewitîne di qewirîne
Tevayî kolanên ku dibihurim tune dibin di şopên piyê minde..
Biqasî tenê/buna xwe dikevim/serma dikim..
Û biqasî tenê/bûna xwe dişewitim.


Li cihekî jiyanê aliqî dilê min, dema kû bi nayênegotinên nava xwere pev diçim, şûnwarên
dûrî te di/kevim…xemên li gor demsala xwe dikevin ber serê min… biqasî hilmekî nêzîk…
Di siya min de şopên te hene hatine lêdan… xemên wêrankirî berhev dikim li aliyê xwe yê
çepê…

Çend aliyên minjî ku dirizin hene nizanim di vê jiyana minî aloz de…birînên xwe yên bi xwîn
pîne dikim/lê digerim…tevayî bêdengî ji dema ku pêkenê wan di hewldana xwekujiyê dene vekişiyane heznê. Li ser keleha xwe biqasî ku hawara min derkeve min xwest bêdeng bimînim… Min nekarî qîr bikim
Di şeva ku bê te mam de, dengê kiz yê hilmsitandina min di tarîtiyên te de man û tû di nava min de wekî bibihûrekî bihurî…biqasî ku bi xewnekê ve xwe bigre xwe pêve girt dilê min. Di kefa destê min de xetekî jiyanê ya şikestî, yên şûnve mayî jî şopên wê…

Dibe kû şopên wê di dilê min de şikeft. Dîsan jî diêşêne tevayî xeman.
Di rêvingiyên navbera bajaran de veciniqînên di berîka min de hatin dardekirin… min nekarî bibînim…bangkirinên minî bê nasname di nava rondikên du dayikan de çikiyan, min nekarî derxînim… bexteweriyekî derengmayî bû hawara min, min ne karî qîr bikim…
Min carê li bircên bajêr da, Bajar; kor, ker, lal û ez jî bêteme, bê nasname.
Pêkenînên dawî yên ku di turikê minde mayî radixime rêkên bajêr…

Bajar!
Bêhle birijênim birînên xwe,
her kû dimînin, rayekî pûç davêje cendekê min
bila xem nekeve nava zîndariya minde
bêhle bila xwîna min biherike di bircên te de…

vaye di xewnên mijokî de piştî erdhejê xirbeyan berhev dikim… kîme… liku me
nizanim…peyvên reş berhev dikim di tûrukê xwe yê rêkê de…hûndanebûna min tenê hevraziyê navbera dû kolanan bû…û kêliya ku xwe kiribûn rengê evîndariya hevdû de jêbirin tevayî şûn piyê min…
Guhên min şahidên komkûjiya wan sitranên wêranin, yên ku min di dengê te yê kelogirî de godar dikirin. Sersemiya asayîbûnê, di gotinên xwe yên ku ji lirêbûnê derketî radixime bircan.
Derûnê min dixwaze pêkenan yek bi yek li çarmixê bixe û tevayî peyvên minî mehkûm yên ku di nihênîbûna nava min de hawarî te dikin azad bike…dixwazim girtîbuna di porê min de hatî destgirêdan bireşênime çiyayên xwe…Lê ji aliyê minî mişextî û mehkum lêdanê dixwe hêviyên min…Dîsan dimînime di nîvê holên bi xwîn de…
Hîn jî di nava peyvên minî ku min qîr nekirî deye…

5 Tebax
Hêvî
Wergêr: Agirî Soran

EkleBunu Sosyal Paylaşım Butonu

Yorum yaz! :: Arkadaşına Gönder!

1 yorum yazılmıştır

  1. Yazan: | Tarih: 2008-11-05 21:06:50
    Konu: ceviri
    güzel bir calisma

    Bağlantı »